Posts
Hevpeyvîn bi Abdullah Încekan re - Baha Akhan
- Link abrufen
- Andere Apps
Em ê wêjeya zarokan û nexasim wergera wêjeya zarokan bikin dabaşa hevpeyvînên xwe û her carê bi hevpeyvînekê bên pêşberî xwendevanan. Em di hevpeyvîna xwe ya ewil da, bi mamoste-pedagog, wergêr û zimannas Abdullah Încekan ra li ser wêjeya zarokan û li ser wergêrên wî yên dawî axivîn. Mamoste Abdullah Încekan di vê hevpeyvînê da li gel serhatîya xwe ya wergerê ji me ra behsa xal û xetên giring yên wergera wêjeya zarokan jî dike û dibêje: “Ez gelek li ber dikevim ku em wek milet nikarin zimanê xwe bidin nifşên piştî xwe. Wek zimannasek, pedagogek, neteweperwerek, bavek ez hertim vê êşê hîs dikim. Loma jî zarok tim di bîra min da ne.” De ka em bi hev ra guh bidêrin ka mamoste Încekan ji me ra çi dibêje. => https://werger.yekmal.de/?p=1423
Sohbetek li ser kurteçîrok, werger û hin mijarên din...
- Link abrufen
- Andere Apps
Dem, dema xebatên akademîk e...
- Link abrufen
- Andere Apps
Dem, dema xebatên akademîk e... Her di ç e xebatên taybet yên li ser ziman û ç anda Kurdî zêdetir dibin. Yek ji van xebatan jî xebata dawîn ya nivîskar û zimannas Abdullah İn cekan e, ku ji nav we ş anên Nûbiharê derket: Ez Kurdî Hîn Dibim - Geçişli Fiiller ve Ergativ . Kitêba A. İ ncekan bi tevahî li ser rola fiîlan di zimanê Kurdî de û mijara Ergatîvê ye. Nivîskar di pê ş gotina berhema xwe de wiha li ser mijarê disekine: Armanca pêş în ya Ez Kurdî Hîn Dibim - Geçişli Fiiller ve Ergativ ew e ku taybetiyên fiîlên gergûhêz û mijara Ergatîvê îzah bike û di hînbûna wan de rê û rêbazekê nîşan bide. Fiîlên gergûhêz ji ber Ergatîvê di gramera Kurdî de mijareke tevlihev e. Ji ber vê jî di nav Kurdîaxêvên nifş ên nû de hejmara yên ku di vê hêlê de xeletiyan dike, herroj zêdetir dibe. Ev gruba fiîlan yek ji dijwartirîn hêla gramera Kurdî ye. Ez Kurdî Hîn Dibim - Geçişli Fiiller ve Ergativ dixwaze valahiya di vê hêlê de -hinekî be jî- tije bike. Di kitêbê da bi mînak
Wîjdan
- Link abrufen
- Andere Apps
Li eyaleta ku nivîskar lê dimîne dîsa fuarek heye, fuara kîtaban. Digel ku nivîskar îro xwe rihet hîs nake û nexwe ş e jî, Wîjdana wî, wî rehet nahêle. Lewra karker û mesûlên we ş anxaneyê cî veqetandine, lê kes nehatiye. Bi vî awayî kîtab û fuar li ser Wîjdana nivîskar mane. Seet di 14an de ew radibe, li erebeya xwe sîwar dibe û di ç e depoya ku qismek kitêb li wir in. Li wê derê ew û nivîskarekî din ş e ş kolî kitêban dikin erebeyê û berî xwe didin navenda fuarê. Li wir surprîz li dû surprîzê ne: Organîzatoran ref amade nekirine û her ti ş t li hêviya we ş anxaneyan hi ş tine. Herdu nivîskar ji vê re jî dibêjin erê û dest pê dikin, hesinekî ji vir, refek ji wir, nigek ji aliyê din peyda dikin. Li dû gelek seetan bingeha ji hêla refan tam hatiye danîn, mêze dikin, lawê yek ji organîzatoran tê, dibêje: Ez vê nigê refê ji vir dibim standeke din; hûn ji xwe re yekî din binîn. Êêê... Nivîskarê me Kurd e, înata wî înat e. Ma ew ê serî dayne. Ji xwe hetanî wê demê ji n
Li pey şopa Bedirxanîyan
- Link abrufen
- Andere Apps
Hinin nav hene, ku di nava miletê xwe û cîhanê de sembol in. Ew qewm û ew nav bi hev ve girêdayî ne – mîna çerm û hestî ne, bê hev nabin. Ku navê Almanan tê gotin, pê re navê Bismarck derbas dibe; gava qala Fransizan tê kirin, navên Napoleon û de Gaulle di background ê de cîhê xwe digrin. Tirk? Fatîh Sultan Mehmet… Mîsal li dû mîsalê… Qewmên din, sembolên din… Ma gelo gava qala kurdan tê kirin, kîjan nav tên bîra meriv? Kîjan nav tên bîra te? Selaheddînê Eyyûbî? Ş êx Ûbeydullahê Nehrî? Şerefxanê Bidlisî? Mala Berzanîyan? Kurd û kîjan nav? Kîjan nav, kurd û kurdayetîyê sembolîze dike? Belê, ez nizanim niha di serê te de ç i derbas dibe, lê gava kelîmeyên kurd û kurdî derbas dibin, navekî di mejîyê min de gelekî zû cîyê xwe digre: Mala Bedirxanîyan. Rêya kê bi kurdî û tarîxa kurdan ketibe, ew rastî vî navî te – ç i zû, ç i dereng. Min cara ewil kîjan wextî ev nav bihîst? Ez zorê didim hafiza xwe… Kîjan wext? Ev kesin e: Di salên xortanîyê de, hê panzdeh- ş anz