Globalîzm, Pirrzimanîbûn û Kurdî
Sedsala 21an, wek sedsala globalîzm, pirrzimanîbûn û teknolojîyê, ji her cîvatî re ji alîyekî ve îmkanên nû û ji alîyê din ve jî probleman dertîne holê. Ev rew şa n û ji bo hinin cîvatan wê bibe îmkan, lewra hazirîya van cîvatan ji vê rew şa n û re heye. Lê ji hin cîvatan re jî wê ji ber nebûna hazirî û îmkanan bibe pireya siratê. Yek ji problemên kurdan yên vê sedsala han îstîqbala kurdî ye. Kurdî îroj li ser axa xwe li ber zekeratê ye û meseleya hebûn û nebûna me ye. Globalîzm û zimanên bê pîyase Tesîra herî zêde ya globalîzmê ew e ku îdî ekonomî û sermaye rê nîşanî merivan didin. Prensîbên heyatê ji hêla sermaye û şîrketên navnetewî tên tayîn kirin. Xwestina herî mûhîm ji mîrov ew e ku ew mobîl be, bikaribe bêî sinoran aktîf be. Yanê divê ew him bikaribe mesela ji welatekî biçe yekî din yan jî di wê qonaxê de be ku bikaribe bi teknolajîyên nû (computer, înternet û hwd.) danûstandinên ji sinoran der ava bike. Bi gotineke din, însan mecbûr mane ku global bifikirin