Aheng, Teda’î û Çêkirina Kelîmeyan
„Di her kelîmeyekê de cîhanek heye û her
merivê ku bi kelîmeyan dixebite cîhanan avadike“
Heinrich Böll
Di her zimanî de ahengek heye û
her kelime teda’îyekê (çağrışım) bi meriv re çê
dike. Ji ber ku bi pirranî ziman bi şikleke tebîî ro bi ro – piçûk be jî – têne guhertin, ev aheng û teda’î jî bi gelek kelîmeyan
ve dewam dike û însan gava wî zimanî qisedikin ew me’ne û muzikalîte pê ra
dijîn. Teda’î û ahenga ziman di gramera ziman de du perçe, du esasên gelek mûhîm in; heta meriv
dikare bibêje esasê ziman in. Ew jibo ziman zemîn in, lewra meriv dikare her
zimanî hîn bibe û bide hîn kirin, lê aheng û teda’î di prosesa zimanhînbûnê de
du tiştên herî bi zehmet û meşeqet in.
Gava kanîya ziman bi şikleke tebîî bimeşe, wê çaxê ji xwe tu problem tunin û ev
guherîn bi xwe çêdibin. Lê
gava meriv bi zanebûn mudaxeleyî ziman kir û mudaxelebûn bû perçeyek ji polîtikaya
(standartbûna/standatkirina) ziman, wê demê problema aheng/muzikalite û teda’îyê
der tê pêşîya me.
Mexseda min çî ye?
Kurmancî û zimanên din ji ber
gelek sebeban her roj di prosesa guherînê de ne. Bajarîbûn, globalbûn, teknîk,
medya û gelek sebebên din hene ku dikin meriv herro kelîmeyên teze çêbike, lewra mefhûm û tiştên teze her roj zêdedibin û li alîyê din hinin tişt hene ku dimirin.
Mesela hetanî panzdeh-bîst sal
berê me kelîmeyên mîna email, mms, skype
nasnedikir, lewra ev tişt yan
hê nehatibûn dîtin yan jî ji me dûr bûn. Li milê din tiştên ku hetanî çend sal berê di heyata me da bûn (mesela daktîlo) îdî ti rolekê nalîzin
Dewlet û gelên zane polîtîkayeke
ziman yeke li ser esasên ilmî avakirinê û dezgehên wan hene ku li ser van tiştan dixebitin. Mesela li Fransayê Academie
Francaise heye, ku karê wê li ser van tişta ye û li wê digere ku istîqameta ziman neherime û xêncî tiştên din aheng û teda’îya ziman
werin parastin.
Îjar em werin ser
kurmancî:
Wekî ku tê zanîn kurmancî li
Tirkîyê di pratîkê de di noqteya zimanekî qedexekirî de ye û ti dezgeh ninin ku
vê cihokê di istîqameteke rast de bimeşînin. Ev probelemek e.
Problema din jî ew e ku mêjûyê
hinin merivên ku bi kurmancî dinvîsînin tevlihev e û bi/bê zanebûn dikin ku
xisûsên ev du esasên vî zimanî werin wenda kirin.
Elbet bi min jî e’yan e ku em
muhtacî kelîmeyên nû ne, lê ev tişt û
tarûmarkirina ziman du tiştên cihê
ne. Divê em rêkî bibînin ka em mefhûmên nû çawa bi nav dikin. Li vir, ez were
difikirim ku, divê em wan mefhûman ji zimanên serdest bigrin, wek televîzyon,
computer, internet, email... Ji xwe ez texmîn dikim ku di vê noqteyê de zêde
problem tunin.
Problema esasî ev e ku li ser navê standartkirina kurmancî ji dêvla
kelîmeyên hene kelîmeyên nû têne çêkirin û belav kirin. Pirr manîdar e
ku li vir kelîmeya standart kirin tê
bikaranîn, ne standart bûn. Meriv sirf ji vir dikare mantiqa
polîtîka ziman ya van cameran fêm bike. Îjar ev kelîme di medya kurdî de tên
bikaranîn û yên ku dixwazin bi zimanê xwe binvîsînin mecbûr dimînin/xwe mecbûr
hîs dikin vî zimanî bikarbînin.
Ji bona ku ez rind werim fêm
kirin, ez ê li wir du misalan (ne mînak) bidim:
Di nîvîseke xwe de camêrekî ku qederê
salekê di rojnameyeke hefteyî de dinvîsî, digot ku heval û dostên wî jê re
gotine „yahû em ji nîvîsên te qet kelîmeyên derûdora we nabînin. Ev çi ziman e tu dinvîsî?” Dibêje, min got:
“Welleh heyran, ez nîvîsên xwe hazir dikim, ji redaksîyonê re dişînim.
Hevalên edîtor digrin zimanê wî diguherin, navê min didin ser!“
Ya duduyan: Ez gelek caran bûme şahîd ku merivên biro-bişev bi kurmancî qisedikin, gava
xeberan gudarî dikin, ne li televîzyonên kurmancî, li yên tirkî gudarî dikin,
ji ber ku jibona meriv kurmancîya (hinin) kanalên kurmancî fêm bike, divê meriv
tercûmanên kurmancîya nû(!)-kurmancîya kevn bîne.
Ev kelîmeyên nû dikin ku aheng û
teda’î di ziman de wenda bibin. Ez ê li vir lîsteyeke pir biçûk ji van
kelîmeyan bidim û li ber binvîsînim ka meriv di dêvla van kelîmeyan de çi dikare bibêje. Elbet lîsteya min
gelek piçûk e û dibe ku tê de
şaşî jî hebin, lê hêvîya min ew e em hema xwe zû nevêjin ferhengan û kelîmeyên bi
saxlemîya wan nizanin zû bikarneînin.
Kelîmeyên
kurmancîya „postmodern“
jîyana xwe ji dest dan
|
Min ev kelîme hetanî niha ji ti
kalek û pîrekê nebîhîstîye; sirf di hinin kovar û kanalên televîzyonan de
dîtîye/bîhîstiye. Bi min qet me’neyeke van gotinan tuneye.
Alternatîf: mirin, kuştin, hatin kuştin, întîhar kirin, xeniqîn, fetisîn,
(jibo heywanan û nîşana bêqîmetbûnê)
gever bûn, mirar bûn
|
ol
|
Dîn
|
Bêje
|
Ev kelîmeya han di me’ne
„kelîme“ de tê bikar anîn. Ji
fîila gotin hatîye çêkirin. „Kelîme“ zêdetir tê
fêmkirin, herkes pê dizane.
|
Yezdan
|
Xweda, Ellah
|
xwe întîhar kirin
|
Meriv sirf dikare „xwe“ întîhar
bike; meriv kesekî dinê dikuje, difetisîne, dixeniqîne... Loma: întîhar kirin.
Bê „xwe“!
|
xweza
|
Tirkan „doğa“ çêkirin, „türkkürtlerê“ me ji wan neman. Ma ew dikarin kelîmeyan
çêkin, em nikarin?
Alternatîf: tebîet.
|
Derfêt
|
Îmkan
|
Heman
|
Ez texmîn dikim ku ji Soranî
ye, li Tirkîyê nayê bikaranîn.
Alternatîf: E’ynî.
|
Taybetî
|
Xislet, xisusen
|
Bersivandin
|
Formeke ewha li gor esasên
gramerê şaş e. Alternatîf: Cewab
dan, bersiv dan.
|
Wate
|
me’ne
|
Mînak
|
Xuya ye ev jî hatîye çêkirin.
Alternatîf: Mîsal
|
Bin çav kirin
|
Pir xuya ye ku ev fiîl ji tirkî
hatîye girtin: Göz altına almak.
Ji ber ku sirf polês û esker
merivan „binçavdikin“, em dikarin
bi kurdî bibêjin: Eskeran deh zarok girtin/kirin nezaretê/avêtin hepsê.
|
Kujer
|
Qatil
|
Ji: Hejmara 102yan ya Nûbiharê
Kommentare
Kommentar veröffentlichen