Globalîzm, Pirrzimanîbûn û Kurdî
Sedsala 21an, wek sedsala globalîzm, pirrzimanîbûn û teknolojîyê,
ji her cîvatî re ji alîyekî ve îmkanên nû û ji alîyê din ve jî probleman
dertîne holê. Ev rewşa nû ji
bo hinin cîvatan wê bibe îmkan, lewra hazirîya van cîvatan ji vê rewşa nû re heye. Lê ji hin cîvatan re
jî wê ji ber nebûna hazirî û îmkanan bibe pireya siratê.
Yek ji problemên
kurdan yên vê sedsala han îstîqbala kurdî ye. Kurdî îroj li ser axa xwe li ber
zekeratê ye û meseleya hebûn û nebûna me ye.
Globalîzm û zimanên bê pîyase
Tesîra herî zêde
ya globalîzmê ew e ku îdî ekonomî û sermaye rê nîşanî merivan didin. Prensîbên
heyatê ji hêla sermaye û şîrketên navnetewî tên tayîn kirin. Xwestina herî
mûhîm ji mîrov ew e ku ew mobîl be, bikaribe bêî sinoran aktîf be. Yanê divê ew
him bikaribe mesela ji welatekî biçe yekî din yan jî di wê qonaxê de be ku
bikaribe bi teknolajîyên nû (computer, înternet û hwd.) danûstandinên ji
sinoran der ava bike. Bi gotineke din, însan mecbûr mane ku global bifikirin û
global hereket bikin. Îjar ev halê nû dike ku însan di perwerdeya xwe û zarokên
xwe de hinin tiştan derxin pêş û hinin tiştan jî bavêjin paş. Di vir de
meseleya ziman dîsa roleke mûhîm dilîze: Dezgeh, dewlet û dêûbav li wê
mêzedikin ka li pîyasê rola kîjan zimanî çiqas heye û perwerdeyê li gorî van
daxwazan saz dikin.
Ji bona ku ez baş
werim fem kirin ezê mîsalekê bidim: Li Almanyayê di perwerdeyê de hetanî çend
salan berê Îngîlîzî roleke pir mûhîm nedilîst. Di mektebê de dersa Îngilîzî di
sinifa pêncan de destpêdikir û tew di hinin mekteban de însanan dixwastin zarok
berîya Îngîlîzî Latinî hîn bibin. Ji salên 2000î vir de ev paradîgmaya hanê
hate guhertin û Îngilîzî îdî roleke sereke dilîze. Xwedîsermaye û sîyasetvan
roleke mezin didin Îngilîzî û îroj di perwerdeyê de ev daxwaz hatîye cî: Ji
sinifa yekê pê ve dersa vî zimanî tê dayîn!
Cîyê Îngilîzî li
kêleka zimanê Almanî û dersa matematîkê ye û berîya ku zarok Almanî baş hînbîbin
bi ‘elimandina Îngilîzî jî dest pê dikin.
Ji vê mîsalê jî
xuya dibe ka ez dixwazim çi bibêjim: Qîmeta
zimanekî li gorî sermaye û pîyaseyê tê tespît kirin û tesîra zimanên bê pîyase
û sermîyan li cîhanê û li cem axaftvanên wan jî kêm dibe.
Ji ber vê tesîra
hanê li Almanyayê rola Almanî gelek tê nîqaş kirin û dêûbav û dezgehên mûhîm
dixwazin rê li vê yekê bibirrin.
Îjar ka welatekî
mîna Almanyayê vê rewşa nû wek problem bibîne û li çareserîyê bigere, ka em
kurd dê ji ku dest pê bikin?
Globalîzm û koçberî
Wekû min li jor jî
got, di vê qirnê hanê de mobîlbûn di heyata însanan de roleke mûhîm dilîze û
însan dikarin/dixwazin/mecbûr in ji welatekî biçin welatekî din û dest bi heyateke
din bikin. Li gor îstatîstikên UNê di sala 2000î de 150 mîlyon koçber hebûne. Bi
gotineke din, koçberî îdî bûye perçeyek ji heyata me.
Faktorên koçberîyê
tînîn holê ji hev cihê ne; her welatek ji ber sebebên cuda koçberan dide. Lê bi
gelemperî meriv dikare van faktoran bîne ziman: Feqîrtî, şer û sîyaseta
dewletên serdest/dagirker... Elbet hin faktorên din jî hene, lê jibo kurdan van
hersê faktor esasî ne, mûhîm in. Divê ez li vir wek tesbît bînim zman ku
feqîrhîştina gele me û şer, jibo dewletê du rê ne ku bi wan welatê me ji hêlekê
ve vala dike û ji hêla din jî gelê me li rûyê erde bela û asîmîle dike.
Globalîzm û kêmnetewe
Gelên koçber bi
pirranî kêmnetewe ne. Kêmnetewe bibe-nebe jê hêla kultur û ziman ve mecbûr in
ku adapteyî cîvata serdest bibin. Şert û mercên kêmneteweyan çiqas rind û baş
bin jî, ji ber kêmbûna wan divê ew li gor sîyaseta serdest tevbigerin.
Elbet statûya
hinin kêmneteweyan dike ku ew kêmî-kêm bi zimanê xwe perwerde bibin û di halê
herî baş de ew dibin merivên “duziman”, yanî merivên ku du zimanan di
sewîyeyeke bilind de bikartînin. Li vir meriv dikarê Swêdê wek welatekî
pirrzimanî û pirrkulturî mîsal bide. Li vî welatî îmkana kêmneteweyan heye ku
zarokên xwe bi zimanê bavûkalên xwe bidin perwerde kirin. Lê girtina dersa bi
zimanê bavûkalan di hefteyê de du-sê saetan çiqas îmkaneke baş dibe bila bibe jî,
di netîceyê de ev ziman di heyata rojane de ne zimanê serdest e, ew zimanê
duduyan e û sewîya wî li gor vê ye.
Divê ez li vir
bînim ziman ku her welat Swêd nine, li Swêdê jî li her cîyî dersa bi zimanê
bavûkalan nine.
Gotina dawî
Wek netîce meriv
dikare bibêje ku, kêmnetewe bi pirranî robiro ji ziman û kultura xwe dûr
dikevin.
Xisûsen
kêmneteweyên wek kurdan, ku ne xwedî mekteb û dezgeh în û ne jî welatekî wan/li
welatê wan statuyeke wan heye, li ber pêlên globalîzmê bê alîkarî û hazirîyê ne. Bi gotineke din, keştîya wan hatîyê şewitîn,
wê tarîx ray bide ka ew çiqas jêhatî û mêr in.[1]
Kommentare
Kommentar veröffentlichen