Posts

Es werden Posts vom Oktober, 2012 angezeigt.

Noten Şefeqê

                                                                                                                    Xerîbîstan, 26.09.2006 Em îro di ç in mala eqrebayekî xwe. Qîza wan a hey ş salî mir. Gelek kes tên û diçin, tazî mezin e. Hê cenaze li malê ye û herkesê ku tê qala wê dike, ka ew çawa bi mirina kêçîkê hesîyaye. Ez xwe dikim cîyê bavê qîzikê û li ser wê difikirm ka gelo ew niha çi hîsdike. Hûrmet? Hûrmeta li hember êşa wî? Ya li hember cenaze? Ya li hember êşa pîrik û kalikê wê? Ez vê halê beredayî fem nakim. Her cara ku mirîyek hebe, ez eynî tiştî hîsdikim: Gelo wê cemaeta tazîyê çiqas bi hûrmet be. Her car: Xusran. Ez li sebeban digerim, nabînim. Erê bi mirî ra meriv namire, lê hinek sebir, hinek huzun, hinek hûrmet.... Temam merivê smal talk ekî bike, lê ev ecelebûn çî ye? Ez ji xwe ra dibêjim: Temam, gelê min nexwendî ye. Ew hatîye vir û li vir bi heyata rojane re ketîye, xwe ji kultura vir dûr girtîye, lewra ew ji medenîyeteke din e û ji ber vê jî m

Antolojîya şi’rên hûznê

Ji bo rejîsorê “ Kûsî jî dikarin bifirin ” Ey gelê min, çima navê te hevmane ye bi trajedî, êş û qolincan? Gava ez li te difikirim, derd û elem dibin perç eyên ji min. Tu dikî vî dilê hanê bikujî, gelê min! Ma heyfa te bi min nayê, bira bi zarokên min werê! Ez dizanim, eyb e ku ez qala zarokên xwe bikim. Lewra li Helep ç eyê jî zarok hebûn. Ew jî zarok bûn. Bavê wan jî hebûn. Belê, ew jî can bûn, bavê wan jî hebûn, bavê wan bi dilbûn, bavê wan jî bavbûn. Ey gelê min, çima navê te hevmane ye bi trajedî, êş û qolinca? Gava ez li te difikirim, derd û elem dibin perç eyên ji min. Ş i’rên huznê dev ji   min bernadin, gava ez li te difikirim: „ Ç ima navê te Ş irîkê huznê ye Ş irîkê kînê ye Di devê min de Dema ku tu tê bîra min Mayîn dikin biteqin di dilê min de Û têlsincik di ç avê min Dema ku tu tê bîra min“ Çima tarîxa te tarîxa trajedîyê ye? Tarîxa ê ş û qolinca ye. Ew ezeb tên bîra min . Ew qedirbilind ku nebûn bav. Wan îmkana tama bavbûnê ne