Antolojîya şi’rên hûznê
Ji bo rejîsorê “Kûsî jî dikarin bifirin”
Ey gelê min, çima navê te hevmane ye bi trajedî, êş û qolincan? Gava ez li
te difikirim, derd û elem dibin perçeyên ji min.
Tu dikî vî dilê hanê bikujî, gelê
min! Ma heyfa te bi min nayê, bira bi zarokên min werê! Ez dizanim, eyb e ku ez
qala zarokên xwe bikim. Lewra li Helepçeyê jî zarok hebûn. Ew jî zarok bûn. Bavê wan jî hebûn. Belê, ew jî
can bûn, bavê wan jî hebûn, bavê wan bi dilbûn, bavê wan jî bavbûn.
Ey gelê min, çima navê te hevmane ye bi trajedî, êş û qolinca? Gava ez li
te difikirim, derd û elem dibin perçeyên ji min.
Şi’rên huznê dev ji min
bernadin, gava ez li te difikirim:
„Çima navê te
Şirîkê
huznê ye
Şirîkê
kînê ye
Di devê min de
Dema ku tu tê bîra min
Mayîn dikin biteqin di dilê min de
Û têlsincik di çavê min
Dema ku tu tê bîra min“
Çima tarîxa te tarîxa trajedîyê ye? Tarîxa êş û qolinca ye. Ew ezeb tên bîra min. Ew qedirbilind ku nebûn
bav. Wan îmkana tama bavbûnê nedîtin. Ew di bihara heyatê de bi meseleya hêbûn
û nêbûnê re mijûlbûn. Ew bêmiradbûn. Belê, ew bêmirad ji vir çûn, wan bêmirad koç kirin ji vir. Ez li wan difikirm û
dibêjim lo heyatê ji bo te alîyê xwe yê dewlemend nîşan da: Te tama bavbûnê dît, ew bi meseleya
hêbûn û nebûnê ji vî hîsî bêpar man.
Şi’rên huznê dev ji min
bernadin, gava ez li te difikirim:
„Geh mirin, a min e
Geh ez, ê mirinê“
Ey gelê min, çima navê te hevmane ye bi trajedî, êş û qolinca?
Gava ez li te difikirim, derd û elem dibin perçeyên ji min.
Ez hinin navan bi bîr tînîm.
Hinin nav pêşîya min
bernadin. Ew mîna rîtimekê diçin û
tên.
Ez li êşa Ehmedê Xanî difikirim; li qolincên wî, li
ezîyetên wî difikirim:
„Qet mumkîn e ev çerxê lewleb
tali’ bibitin jibo me kewkeb
bextê me jibo me re bibit yar
carek bibitin xwabê hişyar“
Li tenêbûna wî difikirim:
“Xanî, ji kemalê bêkemalî
meydanê kemalê dîtî xalî”
Û rastî bêhêvîbûna wî têm:
“Kes nakete meyterê xwe Camî
ranagirtin kesek Nîzamî!
Ez bilîndîya wî, mezinîya wî dibînim û dibêjim lo
heyatê alîyê xwe yê dewlemend nîşanî te daye: Ez
dikarim şaheserekê bixwînim. Ez dikarim Mem û Zînê
bixwînim.
Ey gelê min, çima navê te hevmane ye bi trajedî, êş û qolinca? Gava ez li
te difikirim, derd û elem dibin perçeyên ji min.
Belê, wayê titûna min heye,
cixareya min, qelem û kaxeza min heye. Îmkanên bêdawî li ber min in. Ez li heyata merivê di bîrê de
difikirim. Merîvê bîr bû qedera wî! Ha, li vir disekinim! Trajedîya wî didim
ber ya xwe! Û îcar difikirim, ka heyat bi kê re devbikenbûye?
Ew lawê paşa bû, lê ne xwedîyê titûn û cixare bû. Hat
bîra te ey xwendevano, ez qala kê dikim?
Ew lawê paşê bû…
Li zêvîya wî difikirim, li avdana
zevîyê, li xwêdana enîya wî! Li bêra destê wî, qelişandina tilîyên wî, li kefîkên destê bêr
dihecandin difikirim! Li vir disekinim! Difikirim! Ey xwendevano, tu jî li vir bisekine û bifikire! Heyata wî, bîra wî, bîra qederê hat bîra te jî?
Ey gelê min, çima navê te hevmane ye bi trajedî, êş û qolinca? Gava ez li
te difikirim, derd û elem dibin perçeyên ji min.
Şi’rên huznê dev ji min bernadin, gava ez li te difikirim:
„E’zanim şaîrtîya êşê
ne xweş e
Girîn ne xweş e
Ku em nikaribin histêrên xwe j’hevdû veşêrin
E’zanim
Ne
xweş e“
Ez li ser „şaîrê huznê“ difikirim.
Li ser şevên dirêj yên
sirgûnê. Sirgûna şaîrekî… Li
ser dilê şaîr, dilê zarokekî,
dilê sade, dilê li sirgûnê, dilê sirgûnkirî…
Ey gelê min, çima navê te hevmane ye bi trajedî, êş û qolinca? Gava ez li
te difikirim, derd û elem dibin perçeyên ji min.
Şi’rên huznê dev ji min
bernadin, gava ez li te difikirim. Ey gelê min, çima tarîxa te hevmane ye bi antolojîya şi’rên hûznê?
Kommentare
Kommentar veröffentlichen