Wîjdan
Li eyaleta ku nivîskar lê dimîne dîsa fuarek heye, fuara kîtaban. Digel ku nivîskar îro xwe rihet hîs nake û nexwe ş e jî, Wîjdana wî, wî rehet nahêle. Lewra karker û mesûlên we ş anxaneyê cî veqetandine, lê kes nehatiye. Bi vî awayî kîtab û fuar li ser Wîjdana nivîskar mane. Seet di 14an de ew radibe, li erebeya xwe sîwar dibe û di ç e depoya ku qismek kitêb li wir in. Li wê derê ew û nivîskarekî din ş e ş kolî kitêban dikin erebeyê û berî xwe didin navenda fuarê. Li wir surprîz li dû surprîzê ne: Organîzatoran ref amade nekirine û her ti ş t li hêviya we ş anxaneyan hi ş tine. Herdu nivîskar ji vê re jî dibêjin erê û dest pê dikin, hesinekî ji vir, refek ji wir, nigek ji aliyê din peyda dikin. Li dû gelek seetan bingeha ji hêla refan tam hatiye danîn, mêze dikin, lawê yek ji organîzatoran tê, dibêje: Ez vê nigê refê ji vir dibim standeke din; hûn ji xwe re yekî din binîn. Êêê... Nivîskarê me Kurd e, înata wî înat e. Ma ew ê serî dayne. Ji xwe hetanî wê demê ji n