Li pey şopa Bedirxanîyan
Hinin nav hene, ku di nava miletê xwe û cîhanê de sembol in. Ew qewm û ew nav bi hev ve girêdayî ne – mîna çerm û hestî ne, bê hev nabin.
Ku navê Almanan tê gotin, pê re navê Bismarck derbas dibe;
gava qala Fransizan tê kirin, navên Napoleon û de Gaulle di backgroundê de cîhê xwe digrin. Tirk?
Fatîh Sultan Mehmet… Mîsal li dû mîsalê… Qewmên din, sembolên din…
Ma gelo gava qala kurdan tê kirin, kîjan nav tên bîra meriv?
Kîjan nav tên bîra te? Selaheddînê Eyyûbî? Şêx Ûbeydullahê Nehrî? Şerefxanê Bidlisî? Mala Berzanîyan? Kurd û
kîjan nav? Kîjan nav, kurd û kurdayetîyê sembolîze dike?
Belê, ez nizanim niha di serê te de çi derbas dibe, lê gava kelîmeyên kurd û
kurdî derbas dibin, navekî di mejîyê min de gelekî zû cîyê xwe digre: Mala
Bedirxanîyan. Rêya kê bi kurdî û tarîxa kurdan ketibe, ew rastî vî navî te – çi zû, çi dereng.
Min cara ewil kîjan
wextî ev nav bihîst? Ez zorê didim hafiza xwe… Kîjan wext? Ev kesin e: Di salên
xortanîyê de, hê panzdeh-şanzdeh
salî bûm, min ev nav bihîst… Û ji wê demê vir ve (wayê bûne panzdeh sal), her û
her li ser şopa wan im…
Hevnasîna me ji kîtaba „Gramera Kurdî“ ya Mîr Celadet û
Roger Lescot dest pê kir. Ev kitêba ku bi rojan ji destên min dernediket, bûbû
kanîyek ji bo min. Tesîra vê kitêbê sirf ji ber hînbûna qaîdeyên kurdîya
nivîskî nebû, na ji wê zêdetir bû: Ez li ber zîrekîya Mîr hercarê matmayî
dimam… Ku merivek di nava wan şertên
bi zehmet de bikaribe ewqas sîstematîk bixebite… Ez heyranê vî mejîyî bûm.
Dû re min di sala 1997an de „Günlük Notlar“ yên Mir Celadet
dît. Berê ewil zêde bala min nekişand;
min carekê di ser re xwend û ewqas. Lê wê pêşî li min berneda. Dû re bi caran ez lê vegerîyam. Ez niha dizanim
ka çima min dev jê bernedida. Yek: Camêrekî kurd ta di wê demê de, 60-70 sal
berîya min ew dixwendin, dest bi nivîsîna rojaneyan kiribû. Ev gelek balkêş bû. Ka li tarîxa me mêze bikin,
mîsaleke wisa heye? Hûn ê numûneyên ewha zêde nebînin. Dudi: Mîr heyştê sal berê çûbû Almanyayê û wî li wir unîversîte xwendibû…
Bi qasî deh salan dû re ez cardin li kitêbê vegerîyam. Ji alîyekî min cardin ew jêhatîbûn,
zîrekbûn, enerjî, eleqe, meraq û gelek xisûsîyên baş dîtin… Mîsalek: Pere tuneye pê xwarinê
bikirre, lê ew dîsa jî li ser ziman dixebite, kelîmeyên nû hîn dibe, Almanîya xwe
pêşde dibe. Yanê bi zikê birçî dersê dixebite. Mîsaleke din: Di
serma û seqemê de ew mecbûr e ku li malê di odeya xwe de tevî cil û bergan
rûnê, lê dîsa jî dev ji elimandinê bernade.
Li vê heyecan û meraqê mêze bikin: Bê pere û pol ew bi
bisîkletê li gelek bajarên Almanyayê digere, da ku ew wan ji nêzîk va nas bike.
Na, te şaş nebihîst: BI BISÎKLETÊ –
HEZARAN KM.
Bi sedan mîsalên
ji heyata Mîr bala min dikşînin. Lê tişta herî balkêş? Trajedî!
Sankî Mîr ji bona ku trajedîyan bijî hatîyê heyatê. Ew ji Stenbolê tê
Almanyayê. Gava li wir e, ji carekê ve ekonomîya Almanyayê tevlihev dibe,
serobino dibe; devaluasyon çêdibe. Pereyê wî di rokî de qîmetê wenda
dike. Heta ku ew li Almanyayê ye ev rewş wisa dewam dike.
Gava ez ji xwîşka
xwe, ya ku di universiteyê de tarîxa Almanan dixwîne, re behsa salên ku Mîr li
wir dimîne dikim, ew sirf dibêje “Wîş, heyfa wî“. Belê, kambaxbûn ev e:
Rabe ji welatê xwe sirgûn be û li wir jî rûyê rehetîyê nebîne. Xezeb li dû te
ye; tu jê birevî jî, ew tê, te dibîne. Ji bona ku ez heyata wî ya li sirgûnê baş fêm bikim, ez kitêbên tarîxa
Almanan ya wê demê dixwînim. Netîce ji yek kelîmeyekê pêk tê: Tofan. Panzehîra
Mîr: Îsrar, î’nat, hînbûn, xwendin, nivîsîn. De were, dev ji merivekî ewha
berde! Na, ne mumkîn e. Însanên ewha, merivên ewha herroj nayên dinê. Ew yekta
ne, çira ne. Ew devûdorên xwe
ronî dikin. Divê meriv xwe ji ronîya wan bêpar nehêle.
Belê, îdî ez xwe li wê çirayê digrim, pêşî
bernadim. HAWARa wî tê hawara min, ew îdî dibe perçeyek ji min, bi min re digere, bi nigan dikeve
û dibe bi ruh û can. Hevalekî bi navê Hawar heye di heyata min de.
Ev şopandin
îdî dibe tîryakîbûn: Li her cîyî tu lê digerî. Di înternetê de, di kitêbxaneyan
de, di kovar û rojnameyan de. Gava tu www.celadet.com
dibînî, ji şabûna her wêneyî
ji kêfan difirrî. Ji bona ku kovara Kurdistanê bikirrî, bi kîlometreyan rê diçî… Kitêb li dû kitêbê… Heta?
Heta ku rojekê min di înternetê de emaila qîza Mîr, Sînemxan
xanimê dît. Ez ji alîyekî şa
dibim, ji alîyê din ditirsim û dibêjim ka ew cewab nede min.
Lê ew qîza Mîr e, kurd e, ’esilzade ye, ’eşîr e, rola xwe dizane: Bi wê pîrbûna xwe
mîna qîzeke ’ezeb jêhatî ye û di derengîya şevê de cewaba emailê dide.
Mixabin, îmkana ku em rûbirû hevdu bibînin, nebû. Ew li başûr û ez jî li Ewrûpayê me. Em bi
rêya înternetê ketin têkilîyê û hin ji pirsên min eleqeder dikin, ji Sînemxan
xanimê kir. Keça Mîr texsîr
nekir û cewabên me dan. Mala wê ava.
Çîroka min
û hevpeyvîna bi Sînemxan Bedirxanê re ewha bû. Ma gelo ev çîrok, çîroka te jî nine?
Şopandina
min? Hê jî dewam e…
Kommentare
Kommentar veröffentlichen